Şam-SANA
Wezîrê Navxwe Enes Xetab civîneke kar bi beşdarîya her du alîkarên xwe yên karûbarên ewlehîyê û karûbarên hêzên mirovî, û fermandarên Ewlehîya Hundirîn li parêzgehan, ligel hin rêveberên îdareyan li dar xist.
Wezareta Navxwe li ser kanala xwe ya Telegramê ragihand ku ev rûniştin ji bo nirxandina pergala xebata ewlehîyê, nirxandina amadebaşîya operasyonî û birêveçûna pêvajoya perwerdeyê di hemû astan de hatiye veqetandin. Her wiha di civînê de rêkarên birêvebirina pêşhatên dawî hatin gotûbêjkirin, bi awayekî ku çespandina aramîya giştî û parastina silametîya welatîyan misoger bike.




