Şam-SANA
Wezîrê Karên Derve û Koçberan Es’ed Hesen El-Şeybanî, îro peywendîyeke telefonî ji Wezîrê Karên Derve yê Erebistana Siûdî Mîr Feysel bin Ferhan wergirt.
Di peywendîyê de geşedanên dawî yên rewşa Sûrîyê û hewldanên hukûmeta Sûrîyê di vê çarçoveyê de hatin gotûbêjkirin.
Mîr Feysel bin Ferhan helwesta welatê xwe ya piştgir ji serwerîya Sûrîyê û yekparçeyîya xaka wê re tekez kir; her wiha bal kişand ser girîngîya xurtkirina aramîyê û dabînkirina ewlehîyê bi awayekî ku xizmeta berjewendîyên gelê Sûrîyê bike.