Atîna-SANA
Pasevanên Sînorên Deryayî yên Yewnanistanê, ragihand ku piştî noqbûna keştîyekê, koçberên neyasayî hildigirtin li başûrê girava Gavdos a Yewnanistanê, nêzî 25 kesan winda bûne.
Rojnameya “eKathimerini” ji zarê Pasevanên Sînorên Deryayî di daxuyanîyekê de veguhast: Agahîyên berdest dîyar dikin ku 77 kes di keştîyê de bûn dema ku beşek ji wê di nav avê de noq bû. Her wiha da zanîn ku heta niha 52 welatîyên bîyanî ji alîyê gemîyên nêzî cihê bûyerê ve hatine rizgarkirin, ku yek ji wan ji hiş çûbû, û nêzî 25 kes jî hîn di nav lîsteya windayan de ne.
Çar gemîyên nêzîk û du qeyikên ajansa Frontex a Yekîtîya Ewropayê, beşdarî xebatên rizgarkirinê bûn, di haman demê de gemîyeke din a Pasevanên Sînorên Deryayî, keştîyeke Frontex û helîkopterek ber bi cîhê bûyerê ve bi rê ketin.
Zêdetirî salekê ye ku Krît û girava piçûk a Gavdos a li tenişta wê, bûne dergehên derbasbûna penahxwazan li Yewnanistanê, yên ku ji wê derê bo navendên li çend giravên Deryaya Egeyê têne veguhastin, li wir daxwazên wan têne lêkolînkirin da ku yek ji du vebijêrkan pêk were: pêşwazîkirina wan li ser xaka Yewnanistanê, yan jî dersînorkirina wan.