Doha-SANA
Wezareta Navxweyî ya Qeterê îro Yekşemê ragihand ku sê kes birîndar bûne, ku di nav wan de zarokek heye, piştî ketina perçeyên mûşekên Îranê yên ku di esîmanê Qeterê de hatine pûçkirin.
Wezaretê di daxuyanîyekê de li ser platforma “X” got: “Li gorî agahîyên hatine û encamên meydanî, wezaret piştrast dike ku sê birîndar hatine qeydkirin ku di nav wan de zarokek heye, ev yek wekî encama ketina perçeyên ku ji operasyonên bergirtinê derketine, û niha birîndar lênêrîna bijîşkî ya pêwîst werdigirin.”
Wezaretê tekez kir ku dezgehên ewlehîyê karên xwe bi amadebaşîya tam û di her saetê de didomînin, da ku leza bersivdayînê zêde bikin û parastina ewlehî û selametîya civakê dabîn bikin.