Xertûm-SANA
Hêzên Piştgirîya Lezgîn êrîşên xwe li ser bajar û bajarokên bakur û navenda Sûdanê berdewam dikin, ku ev bû sedema ketina hejmareke mezin a qurbanîyên sivîl. Ev êrîş hevdemî şerên dijwar ên ligel artêşa Sûdanê ne, bi taybetî li herêma Darfûrê. Çavkanîyên pizîşkî ragihandin ku di nava hefteyekê de li rojavayê welat zêdetirî 100 kesî hatine kuştin.
Artêşa Sûdanê ragihand ku wan êrîşeke dronê ku cihên girîng li bajarê Merwî li bakurê welat dikir armanc, pûç kiriye. Li başûrê Kurdufanê jî, topbarana li ser bajarê El-Delenc berdewam dike û ji ber qutbûna peywendîyan hejmartina qurbanîyan zehmet bûye.
Ev guhertinên çêdibin di çarçoveya şerê ku ji Nîsana 2023an ve berdewam e de ye, ku heta niha bûye sedema kuştina bi hezaran kes û koçberbûna zêdetirî 11 mîlyon kesî. Neteweyên Yekbûyî hişyarî da ji xerabtirbûna rewşê û navê ″Xerabtirîn Kirîza cihanê″ lê kir.