Beyrût – SANA
Wezareta Tenduristîyê ya Libnanê, îro Şemîyê, ragihand ku hejmara qurbanîyên êrîşên Îsraîlê yên li ser Libnanê, ji 2yê meha Adarê û vir ve, gihîştiye 1024 kuştîyan.
Ajansa Nûçeyan a Libnanê li ser zarê wezaretê di daxuyanîyekê de dîyar kir ku hejmara birîndaran jî gihîştiye 2740 kesî.
Îsraîlê ji 2yê Adarê ve êrîşên xwe yên li ser Libnanê gurtir kirine, piştî ku milîsên Hizbullahê hin deverên Îsraîlê kirin armanc. Îsraîl rojane êrîşên ezmanî dibe ser Taxa Başûr a Beyrûtê û herêmên berfireh ên li Başûr û Bîqa’ê Libnanê, di heman demê de hêzên wê yên bejayî di çend deveran re derbasî nav axa Başûr dibin.