Enqere-SANA
Wezîrê Derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan piştrast kir ku Peymana Mekeyê ya ji bo Berevanîya Hevbeş a di navbera Tirkîye, Pakistan û Erebistana Siûdî de, gaveke girîng ber bi bihêzkirina ewlehî û aramîyê ve li herêmê pêk tîne. Her wisa amaje bi wê yekê jî kir ku wê rêyeke nû ji bo avakirina binyateke nû ya ewlehî û hevkarîyê daye destpêkirin.
Ajansa Anadoluyê ji ser zarê Fîdan, gotina wî ya di konferanseke rojnamevanî de îro Duşemê, piştî civîna yekemîn a Komîteya Sîyasî û Berevanîyê ya Peymanê, veguhast ku gotiye: “Peymana Mekeyê ya ji bo Berevanîya Hevbeş li ser bingeha hiştina derî li ber berfirehbûnê vekirî hatiye avakirin,” dupat jî kir ku bi xêra “Hevpeymanîya Mekeyê ya Berevanîyê, em ê bibin şahidê çespandina aramîyekê ya ku her ku diçe li herêmê zêdetir dibe, digel paşveçûna rewşa pêșbînînekirî.”