Doha-SANA
Di nav hewldanên navneteweyî yên ji bo bidawîkirina şer û pevçûnên di navbera her du alîyan de, ku rojhilatê Kongoyê wêran kiribû, îro Komara Kongoya Demokratîk û Tevgera “M23″ê nexşerêyeke nû ya aştîyê li Dohayê îmze kirin.
Rojhilatê Kongoyê ku ji alîyê çavkanîyên xwezayî ve dewlemend e, nêzîkî sî sal in dibe şahidê pevçûnên çekdarî yên berdewam. Lê tundî zêdetir bû piştî ku şerkerên “M23″ê di navbera Çile û Sibatê de her du bajarên sereke yên Goma û Bukavuyê kontrol kirin.
“M23” tevgereke çekdarî ye li rojhilatê Komara Kongoya Demokratîk, di sala 2012an de piştî têkçûna rêkeftina ku di sala 2009an de di navbera hikûmet û serhildêran de hatibû îmzekirin, hat damezrandin. Ev tevger wekî baskê çekdarî yê etnîka Tutsî tê binavkirin.