Rîyad-SANA
Welatên Erebî û Îslamî û Rêxistina Hevkarîya Îslamî tekez kir ku serdana wezîrê derve yê Îsraîla dagirker Gideon Sa’ir, bo herêma “Somalîland”ê, bi rêgezên navdewletî yên çespandî û peymana Neteweyên Yekbûyî re nakok e.
Di daxuyanîyeke hevbeş a wezîrên derve yên Erebî û Îslamî û Rêxistina Hevkarîya Îslamî de, ku ji alîyê Wezareta Derve ya Siûdîyê ve hat weşandin, hat gotin: “Em bi tundî serdana neqanûnî ya ku berpirsê Îsraîlî vê dawîyê di 6ê vê mehê de bo herêma Somalîlandê ya ser bi Komara Somalyaya Federal ve pêk anîye, şermezar dikin.”
Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 26ê meha borî de, hikûmeta Îsraîla dagirker naskirina herêma cudaxwaz a li Somalyayê wek dewleteke serbixwe ragihandibû, ku ev bû sedema nerazîbûn û redkirineke mezin li ser asta Erebî û navdewletî.