Waşington-SANA
Serokê Amerîkayê Donald Trump, duh Yekşemê, gefa lêdana sazîyên enerjîyê yên Îranê xwar, û 48 saet dem da Tehranê da ku Tengava Hurmizê bi temamî li ber tevgera keştîvanîya navdewletî veke.
Trump di daxuyanîyekê de li ser platforma xwe ya “Truth Social”ê got: “Heke Îran di nav 48 saetan de ji vê gavê şûn de, Tengava Hurmizê bi temamî û bêyî tu gefekê veneke, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dê li stasyonên wê yên enerjîyê bide û wan tune bike û ji ya herî mezin dest pê bike.”
Trump pêr egera gihiştina agirbestekê bi Îranê re red kiribû, û rexne li hevalbendên Amerîkayê yên di nava NATOyê de girtibûn, ew wekî “tirsonek” bi nav kiribûn ji ber ku daxwaza wî ya pêşkêşkirina piştgirîya leşkerî ji bo ewlekirina Tengava Hurmizê nepejirandibûn.