Şam – SANA
Wezîrê Derve û Koçberan Es′ed Hesen El-Şeybanî, îro Yekşemê di peywendîyeke telefonî de ligel Serokwezîrê Libnanê Newaf Selam, pêşhatên herêmî û bandorên wan gotubêj kirin. Wî tekezî li ser pêwîstîya xurtkirina hevahengîyê di navbera her du welatan de kir ji bo dabînkirina aramîyê.
Herêm di nav alozîyeke dijwar de ye piştî êrîşên mûşekî yên Îranê ku Behreyn, Qeter, Îmarat, Kuweyt, Urdun û Oman kirin armanc. Ev êrîş wekî bersivekê bûn li ser êrîşa hevbeş a Amerîka û Îsraîlê li ser Îranê.