Îslamabad – SANA
Artêşa Pakistanî, îro roja Înîyê, ragihand ku 24 çekdar di operasyonên ewlehîyê de li bakurê rojavayê Pakistanê hatin kuştin.
Ajansa Nûçeyan a Pakistanê ji artêşê veguhest ku hêzên ewlehîyê, operasyon li gor agahîyên îstîxbaratî li parêzgeha “Bannu” ya bakurî, li herêma Xeyber Paxtûnxwayê li bakurê rojavayê welêt, pêk anîne û di 24 saetên dawî de 24 çekdaran kuştine.
Ajansê ji heman çavkanîyê destnîşan kir ku gelek çekên di destê çekdaran de bûn, hatine destesekirin.