Waşîngton-SANA
Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Yekşemê ragihand ku şandeke Amerîkî dê berê xwe bide Îslamabada paytexta Pakistanê ji bo encamdana danûstandinên girêdayî Îranê. Trump tekez kir ku Waşington tişta ku wî wekî “peymaneke dadperwer û pir maqûl” bi nav kiriye, pêşkêş dike.
Ajansa Reutersê ji ser zimanê Trump di postekê de li ser platforma “Truth Social”ê ragihand: “Divê Tehran peymana pêşkêşkirî qebûl bike.” Trump hişyarî da ku eger pêşnîyara Amerîkayê were redkirin, Dewletên Yekbûyî “dê her santraleke elektrîkê û her pirekê li Îranê wêran bike.”
Her wiha Trump dîyar kir ku Îranê binpêkirineke giran a agirbestê kiriye, lê wî destnîşan kir ku ew hîn jî dîtina peymaneke aştîyê pêkan dibîne, “çi bi rêya dostanî be yan jî bi rêya dijwar be” wek ku wî got.
Çavkanîyên Pakistanî ragihandin ku du balafir li Îslamabadê daketin ku “şanda amadekar” a ji Waşingtonê dihat hilgirtibûn, da ku beşdarî xula duyemîn a danûstandinên navbera her du alîyan bibin.