Pekîn-SANA
Çînê îro dijberîya xwe piştrast kir li hember naskirina rayedarên Îsraîla dagirker ji herêma “Somalîland”ê re wek “dewleteke serbixwe û xwedî serwerî” û lihevkirina pê re li ser “avakirina têkilîyên dîplomatîk”.
Ajansa “Xinhua” li ser zimanê berdevkê Wezareta Karên Derve ya Çînê Lin Jian di konfranseke rojnamevanîyê de ragihand: “Çîn bi xurtî piştgirîya serwerî û yekîtîya Somalê dike, û li dijî her tevgerekê ye ku bibe sedema têkdana yekparçeyîya xaka wê.” Jian her wiha tekez kir ku “Somalîland parçeyekî bingehîn ê xaka Somalê ye.”
Jian anî ziman ku kêşeya “Somalîland”ê bi temamî mijareke navxweyî ye, û divê gelê Somalê bi xwe vê pirsgirêkê li gorî mercên xwe yên neteweyî û destûra welatê xwe çareser bike.
Her wiha tekez kir ku nabe tevgerên cudaxwaz werin handan an piştgirîkirin, û nabe dewletên din destwerdanê di karên navxweyî yên Somalê de bikin. Jian bang li rayedarên herêma ″Somalîland″ê kir ku têgihiştî bin û dawîyê li çalakîyên cudaxwazî û hevkarîya bi hêzên derve re bînin.