Trablus-SANA
Rêxistina Navdewletî ya Koçberîyê ragihand ku 53 koçber, ku di nav wan de du zarokên şîr hene, piştî wergerîyana keleka wan li beravên “Ziwara” ya Lîbyayê mirine yan winda bûne, di heman demê de ji 55 kesên di kelekê de tenê du jin hatine rizgarkirin.
Li gorî gotinên her du jinên rizgarbûyî, keleka ku koçberên Afrîqî tê de bûn di 5ê Sibatê de ji bajarê El-Zawîya bi rê ketiye û piştî 6 saetan ji ber çûyîna avê di nav de, wergerîyaye.
Rêxistinê di meha Çileya borî de ji ber xirabîya rewşa keşûhewayê, mirin an windabûna herî kêm 375 koçberan tomar kiriye, ligel pêşbînîya hebûna bi sedan mirîyên din ên ku nehatine tespîtkirin.
Li gorî projeya koçberên windabûyî ya ser bi rêxistinê ve, di sala 2025an de zêdetirî 1300 koçber di Deryaya Spî de winda bûne.