Waşington-SANA
Pirtûkxaneya Niştimanî ya Bijîşkîyê li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê piştrast kir ku tûreşk (Black Raspberry) xwedî nirxekî xurekî yê bilind e û gelek feydeyên wê yên tenduristîyê hene.
Li gorî nûçeya ku malpera “CNN”ê ji malpera fermî ya pirtûkxaneyê veguhastiye, tûreşk komeke berfireh ji vîtamîn û mîneralên bingehîn li xwe digire, ji wan: magnezyûm, potasyûm, kalsiyûm, hesin, vîtamînên “A”, “B”, “C”, “K” û “E”.
Malperê dîyar kir ku “Antosiyanîn”ên (Anthocyanins) di nav tûreşkê de, rê li ber guhertinên di DNAyê de ku dibin sedema penceşêrê digirin. Her wiha mezinbûna şaneyên penceşêrê hêdî dikin an ji holê dibin.
Perdaxek tûreşk 62 kalorî û 13.8 gram karbohîdrat li xwe digire, ev yek ji bo kesên ku dixwazin giranîya xwe û tenduristîya xwe ya giştî biparêzin bijardeyeke tendurist e.