Pekîn – SANA
Desthilatdarên Nîpal û Çînê ragihandin ku nêzî 1500 kesên ku zêdetirî 800 bîyanî di nav wan de hene, di encama lehîyên xurt û herifînên herî û keviran de yên ku li herêmên çîyayî yên sînorî di navbera her du welatan de li Çîyayên Hîmalayayê çêbûne, winda bûne, û zîyanên mezin ên gîyanî û madî bi xwe re anîne.
Desthilatdarên Nîpalê dîyar kirin ku 826 kes hîn jî winda ne (nêzî 600 bîyanî di nav wan de hene), her weha Televîzyona Çînê ragihand ku wekî encama destpêkê, piştî ku zêdetirî 160 kesî jîyana xwe ji dest dane, 558 kes li navçeya Qîyirong winda bûne (260 bîyanî di nav wan de hene).
Ev karesat bû sedema belavbûna mezin a av, herî û bermahîyên xanî, rê û dezgehên enerjîyê, tevî qutbûna peywendîyan û zîyandîtina Dergehê Sînorî yê Bejayî yê Qîyirongê ku dergehê sereke yê navbera her du welatan e. Raporan da zanîn ku dibe ev bobelat têkildarî erdhejekê be ku bûye sedema hilweşîna beşekî ji çemekî qeşayê.
Xebatên Rizgarkirin û Alîkarîyê:
- Li Nîpalê: Tîmên rizgarkirinê xebatên lêgerînê, dermankirina kesên rizgarbûyî û gihandina alîkarîyan bi rêya helîkopteran bo herêmên zîyanedîtî berdewam dikin, û tê texmînkirin ku hejmara qurbanîyan zêdetir bibe.
- Li Çînê: Desthilatdaran xebatên rizgarkirinê yên berfireh dan destpêkirin û bersivdana rewşên awarte ya asta duyem çalak kirin. Her wiha 30 hezar perçeyên pêdivîyên alîkarîyê yên wekî kon û betanîyan amade kirin.
- Piştgirîya Darayî: Hikûmeta Çînê 120 mîlyon yuan (nêzî 17.69 mîlyon dolar) ji bo alîkarîya lezgîn, tevî 100 mîlyon yuanên din ji bo jinûveavakirin û başbûna lezgîn, veqetandin.