Madrîd-SANA
Hikûmeta Îspanyayê îro Çarşemê, balyoza xwe ji Îsraîlê vekişand, û biryara kêmkirina asta nûneratîya xwe ya dîplomatîk stand, di gavekê de ku zêdebûna rageşîya di navbera wan de li ser bingeha şerê Îsraîlê li ser Xezeyê nîşan dide.
Rojnameya “El País” dîyar kir ku rojnameya fermî biryara dûrxistina balyoza Îspanyayê, û kêmkirina nûneratîya dîplomatîk bo asta kargerê karûbaran weşand, wekî cîbicîkirina biryara hikûmetê ya ku duh Sêşemê hatibû standin, û eşkere kir ku ev rêkar tê wateya vekişandina seroka şandeyê bi awayekî fermî û hiştina nûneratîyeke kêm.
Peywendîyên di navbera Îspanya û Îsraîlê de ji dema ku îsraîlê şerê qirkirinê li ser Xezeyê di Cotmeha 2023an de da destpêkirin aloz bûne, ji ber ku Madrîdê ev şer red kir û siza li ser Îsraîlê danîn.