Rîyad – SANA
Wezareta Berevanîyê ya Erebistana Siûdî, îro Duşemê, ragihand ku di saetên borî de wan dronên ku hewl didan avahîyên petrolê yên li Herêma Rojhilat û Rîyadê armanc bikin, asteng kirine û hilweşandine.
Berdevkê Fermî yê Wezaretê Lîwa Turkî El-Malikî, di daxuyanîyekê de bi rêya platforma Xê ragihand: “Jêdera van kiryarên terorîstî xaka Iraqê bû û ji alîyê mîlîsên terorîst yên girêdayî Îranê ve pêk hatine.”
El-Malikî tekez kir ku “Mafê Erebistana Siûdî heye ku berevanîyê di ber xwe û dahatên xwe de bike, û ew dibîne ku ji mafê wê ye di çi demê û li kîjan cihê ku ew guncav dibîne de, bersivê bide.”