Moskov-Kiyêv-SANA
Şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de bi şêweyekî tund gur bûye û êrîşên ezmanî û dronan li dijî hev bi kar tînin; Moskoyê bi sedan dronên Ukraynî yên ku derdora paytextê armanc girtibûn pûç kirin, di dema ku Kiyêvê wekî bersivekê li ser armancgirtina bajarên xwe, sazîyên petrolê û yên lojîstîkî li hundirê Rûsyayê topbaran kirin.
Lavrov gefa lêdanên berfireh li dijî navendên leşkerî yên Ukraynayê xwar û hişyarî da NATOyê ku ew ê bersiveke wêranker bidin, di heman demê de Zelensky tekezî li ser berdewamîya êrîşên tolhildanê kir da ku fişarê li Moskoyê bike.
Li ser asta meydanî, hêzên Rûsyayê li enîyên Donetsk, Sumy û Kharkivê pêşve çûn, di dema ku Ukraynayê giranî da ser lêdana xetên gihandina pêdivîyên lojistîk. Ev alozîya meydanî ya ku her dem diçe gurtir dibe, di demekê de ye ku rawestaneke sîyasî ya tam heye û tu asoyên çareserîyeke dîplomatîk a nêzîk tunene.