Waşington-SANA
Serokê Amerîkayê Donald Trump û hejmarek berpirsên payebilind ên rêveberîya wî ji ahenga salane ya nûçegihanên Koşka Spî êvara duh Şemîyê li Waşingtonê hatin derxistin, piştî bihîstina dengê guleyan ku bû sedema tevlîhevî û tirsê li wê derê.
Tora “Fox News”ê tekez kir ku dengê gulebaranê di korîdorên hotêlê de hatiye bihîstin. Rojnameya “Washington Post”ê jî ragihand ku dengekî pir mezin merasîma ahengê qut kir, û destnîşan kir ku Dezgeha Parastina Veşartî demildest dest bi derxistina wezîr û berpirsên pilebilind kir, ku di nav wan de Wezîrê Derve Marco Rubio jî hebû.
Ji alîyê xwe ve, Buroya Lêkolînê ya Federal dîyar kir ku zilamekî bi tivingekê hewl daye tedbîrên ewlehîyê yên ahenga nûçegihanên Koşka Spî bişkîne û gule berdaye endamekî parastinê, lê ew endam sax û silamet e.