Enqere-SANA
Wezareta Parastina Tirkîyê îro Duşemê ragihand ku sîstemên parastinê yên girêdayî Hevpeymanîya Atlanîka Bakur (NATO), mûşekeke balîstîk a ku ji Îranê hatibû avêtin piştî ku derbasî asîmanê Tirkîyê bû, asteng kirin.
Wezaretê di daxuyanîyekê de got: “Mûşekeke balîstîk ku ji Îranê hatibû avêtin û derbasî rûbera esmanî ya Tirkîyê bû, ji hêla sîstemên parastina esmanî û mûşekî yên NATOyê ve li rojhilatê Deryaya Spî hate bêbandorkirin.”
Her wiha anî ziman ku perçeyên wê mûşekê li herêmeke vala li nêzîkî Dîlokê (Gaziantep) li başûrê welêt ketin, bêyî ku tu zîyanên canî hebin.