Qudsa Dagirkirî – SANA
Îro duşemê, sê Filistînî hatin kuştin piştî ku droneke dagirkerîyê komek kes li bajarê Xan Yûnisê li başûrê Kerta Xezeyê kirin armanc.
Ajansa Nûçeyan a Filistînê “WAFA” ragihand ku droneke dagirkerîyê bomeyek avêt ser komek Filîstînîyan li başûrê Xan Yûnisê, ku di encamê de sê ji wan yekser hatin kuştin.
Her wiha jinikek bi guleyên dagirkerîyê di devera Betn El-Semîn de li başûrê bajarê Xan Yûnisê birîndar bû.
Duh yekşemê jî, sê Filistînî bi gule û bombebarana hêzên dagirker li taxa Zeytûn a Xezeyê û kampa Mexazî li navenda Xezeyê hatin kuştin.