Parîs-SANA
Sê jin birîndar bûn piştî ku li Metroya Parîsê ji hêla kesekî ve hatin kêrlêdan. Êrîşkar piştî bûyerê revîya, lê duh êvarî li nêzî paytextê hat girtin.
Ajansa France-Presse (AFP) ji ser zarê Desteya Veguhastina Giştî ya Parîsê (RATP) îro ragihand ku “êrîş li sê rawestgehên li ser xeta metroyê ya bi jimara 3, ya ku di navenda bajêr re derbas dibe, pêk hatin.”
Rayedarên dadwerî ragihandin ku bi saya tomarên kamerayên çavdêrîyê, nasnameya gumanbar hat dîyarkirin. Gumanbar ciwanekî 25 salî ye û berê ji alîyê polîsan ve ji ber sûcên cuda, di nav wan de xerakirina milk û malan, dihat naskirin.
Daxuyanîya Wezareta Hundirîn a Fransayê da zanîn ku gumanbar welatîyekî Malîyê ye û bi rengekî neqanûnî li welat dimîne. Her wiha hat gotin ku ew bi xerakirina milkên giştî di bin bandora maddeyên hişbir de tê naskirin.