Ebû Zebî-SANA
Serokê Ukraynayê Volodîmîr Zelenskî, îro Sêşemê di peywendîyeke telefonî de bi Serokê Dewleta Îmaratê Mihemed bin Zayid Al Nehyan re, êrîşên Îranê yên li ser Îmaratê û hejmarek welatên erebî şermezar kirin.
Zelenskî, li gorî nûçeya ku ajansa “WAM”ê veguhastiye, tekez kir ku ev êrîş binpêkirina serwerîya dewletan, yasaya navdewletî û peymana Neteweyên Yekbûyî ne.
Her du alîyan tekezî li ser pêwîstîya rawestandina gurkirina leşkerî li herêmê kirin, ji ber ku bandoreke wê ya metirsîdar li ser ewlehî û aramîya herêmê û ya cîhanê heye.