Rîyad – SANA
Bi hezaran hecî îro Înê, piştî bicihanîna menasikên hecê, dest bi derketina ji Mekeya Pîroz kirin. Kolan jî bi otobûs û peyayan bi sîwanên rengîn tije bûn ji bo xweparastina ji germahîya tavê ya ku ji çil pileyî derbas bûbû.
Bi deh hezaran hecî di roja sêyem de șe’îreya avêtina cemeratan li Mînayê temam kirin, piştre bi otobûsan ber bi Mizgefta Heram ve bi rê ketin ji bo pêkanîna tewafa xatirxwestinê, bi beşdarîya zêdetirî 1.7 mîlyon hecîyên ku ji 165 welatan in.
Desteya Giştî ya Amaran bi awayekî fermî ragihand ku hejmara hecîyan gihîştiye 1.707.301 hecîyên kur û keç. Di heman demê de, Wezareta Tenduristîyê 50 hezar kadroyên pizîşkî û 3 hezar ambûlans belav kirin, û Heyva Sor jî xizmetguzarî pêşkêşî 83 hezar kesî kirin.