Enqere-SANA
Erdhejeke bi hêza 4.9 pileyanî li ser pîvera Rîxterê, duh Înê, li navçeya Kemahê ya parêzgeha Erzînganê li rojhilatê Tirkîyê xist, bêyî ku nûçeyên derbarê mirî yan birîndaran werin ragihandin.
Serokatîya Rêvebirina Karesat û Rewşên Awarte ya Tirkîyê (AFAD) di daxuyanîyekê de ku ajansa Anadolê belav kirîye ragihand: “Erdhej piştî nîvroya duh înê di kûrahîya 4.5 kîlometreyan de pêk hat, navenda wê navçeya Kemahê bû, ku herêmeke gundewarî ya ser bi parêzgeha Erzînganê ye.” Vê erdhejê lerzîneke berbiçav li hemû herêmên derdorê peyda kir.
Ji alîyê xwe ve, Parêzgarê Erzînganê Hemza Aydogdu di daxuyanîyekê de dîyar kir ku erdhejê tu zîyanên canî yan madî li pey xwe nehiştine.