New York-SANA
Nûnerê Herdemî yê Tirkîyê li Neteweyên Yekbûyî, Ahmet Yıldız, tekez kir ku êrişên Îsraîlê yên “neberpirsane” li ser Sûrîyê, astengî ne li pêşîya hewldanên navneteweyî yên paqijkirina welat ji bermayîyên çekên kîmyayî.
Yıldız di rûniştineke Encumena Ewlekarîyê de dîyar kir ku van êrîşan avahîyên berê kirine armanc; ev yek dibe sedema zêdebûna rîskên operasyonên jinavbirinê û dibin gef li ser ewlehîya şandeyên Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî (OPCW).
Nûnerê Tirkîyê tekez kir ku hilweşîna rejîma berê derfeteke dîrokî afirandiye da ku pêwendîyeke kartêker ligel rêxistina navneteweyî ava bibe.
Ji alîyê xwe ve, nûnerê Sûrîyê Îbrahîm Ulebî tekez kir vîyaneke xurt li rex Şamê heye ku vê pelê bi temamî bigire, û bang li civaka navneteweyî kir ku piştgirîya hewldanên hikûmeta nû bike da ku ji vê pêmaya giran rizgar bibe û aramî û aştîya herêmî bihêztir bike.