Şam – SANA
Şirketa Peywendîyan ya Sûrîyê ragihand ku bi hezarên xetên telefonê yên ser bi navenda telefona Bab Şerqî li Şamê îro Duşemê ji xizmetê derketine, ew jî di encama dizîya her du kabloyên telefonê de yên ku deverên Bab Şerqî û Bab Tûmayê li xwe digire.
Şirketê di daxuyanîyekê de tekez kir ku tîmên teknîkî li şaxê Şamê dê dest bi karên nûjenkirin û sazkirina kabloyan bikin, yekser piştî temamkirina rêkarên qanûnî, wek amadekarîyekê ji bo vegerandina xizmetguzarîyê di zûtirîn dem de.