Şam-SANA
Desteya Giştî ya Firokevanîya Sivîl û Veguhastina Esmanî ya Sûrî ragihand ku geştên Hêlên Esmanî yên Tirkîyê yên ji Stenbolê û Hêlên Esmanî yên Qeterî yên ji Dohayê ber bi Balafirgeha Navdewletî ya Şamê ve dîsa dest pê kirine, piştî ku îro Înê geştên yekem gihiştin balafirgehê.
Serokê Desteyê Omer El-Huserî di parvekirinekê de li ser platforma “X”ê dîyar kir ku balafirgeh û esmanê Sûrîyê dibînin ku hejmarek kompanyên firokevanîyê hêdî hêdî vedigerin. Wî destnîşan kir ku ev yek di çarçoveya başbûna sektora firokevanîya sivîl û xurtkirina peywendîyên esmanî de pêk tê.
El-Huserî bal kişand ser wê yekê ku vêga giranî li ser destpêkirina geştên ji Ewropayê û ber bi Ewropayê ve ye. Ji bo vê yekê, bi rêxistinên navdewletî yên peywendîdar re kar tê kirin da ku balafirgehên Sûrîyê ji nû ve werin nirxandin, wek amadekarîyekê ji bo vegerandina vê rêya girîng li gorî bilindtirîn pîvanên ewlehî û pabendbûna navdewletî.






