Waşington-SANA
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ragihand ku wê peymana firotina sîstemên pêşketî yên li dijî dronan ji bo Kuweytê bi nirxê nêzîkî 1.98 mîlyar dolarî pejirandiye. Ev pêngav bi armanca xurtkirina şîyanên parastinê yên Kuweytê li hemberî gefên esmanî yên ku li herêmê zêde dibin, hat avêtin.
Ajansa AFPê ji zarê Wezareta Derve ya Amerîkayê veguhast ku di daxuyanîyeke duh Înê de hatiye gotin: Ev peyman dabînkirina modelên curbicur ên bo têkoşîna li dijî dronan ji bo Kuweytê, tevî amûrên taybetmend ên ji bo çavdêrî, şopandin û destnîşankirin zû ya gefên esmanî li xwe digire.