Paytextên Cîhanê-SANA
Serokê Amerîkayê Donald Trump hişyarî da ku eger Îran bi Amerîkayê re negihîje rêkeftinekê, dê “tiştên xirab” biqewimin; ev piştî ku Tehranê bang kir ku li ser bernameya xwe ya atomî bi Waşingtonê re dest bi gotûbêjan bike.
Ajansa “France Press”ê ji zarê Trump veguhest ku duh Duşemê li Koşka Spî ji rojnamevanan re gotîye: “Em niha bi yên Îranê re diaxivin, ger em karibin bigihîjin çareserîyekê dê pir baş be, û eger em nikaribin, dê bi egereke mezin tiştên xirab biqewimin.”
Ji bo piştrastkirina helwesta Îranê ya ji bo encamdana danûstandinan bi Waşingtonê re, Serokkomarê Îranê Mesûd Pezişkîyan îro Sêşemê ragihand ku wî ferman daye wezîrê derve yê welatê xwe da ku ji bo “gotûbêjên dadperwer û wekhev” bi Amerîkayê re bixebite.
Ji alîyekî din ve û di çarçoveya zextên welatên Rojava de li ser rejîma Îranê, Wezareta Derve ya Awistralyayê îro Sêşemê daxuyand ku wan cezayên nû li ser Îranê sepandine, wek bersivekî ji bo tiştê ku jê re gotiye “bikaranîna tundûtûjîya hovane ji alîyê rejîma Îranê ve li dijî gelê xwe”.
Her wiha ajansa nûçeyan a serbixwe ya mafên mirovan a Îranê “HRANA” ragihand ku hejmara giştî ya mirinên piştrastkirî di encama xwenîşandanên li Îranê de gihîştîye 6854 kesan, dema ku 11280 rewşên kuştinê hîn di bin lêkolînê de ne.