Paytextên Cîhanê-SANA
Li Ebû Zebîyê danûstandinên sêalî yên di navbera Rûsya, Ukrayna û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de ji bo bidawîkirina şerê ku nêzîkî çar sal in berdewam dike, tên meşandin; ev yek hevdem ligel berdewamîya êrîşên dualî û ketina qurbanîyên zêdetir tê.
Serokê Ukraynayê Volodîmîr Zelenskî ragihand ku danûstandinên sêalî ligel Rûsyayê bi navbeynkarîya Amerîkayê li Ebû Zebîyê di rojên 4 û 5ê vê meha Sibatê de jinûve dest pê dikin.
Zelenskî di peyamekê de li ser platforma “X”ê tekezî li ser amadebaşîya Ukraynayê ji bo gotûbêjeke bingehîn kir, ku bidawîkirineke rasteqîn a şer mîsoger bike û rûmeta Ukraynîyan biparêze.
Ebû Zebîyê di dawîya meha Rêbendanê de şahîdî li yekemîn danûstandinên rasterast di navbera Rûsya, Ukrayna û Amerîkayê de kir ji bo nirxandina plana bidawîkirina şer, di nav zehmetîyên mezin ên li pêşîya hewlên dîplomatîk de.
Peskov ragihand ku gera duyemîn a danûstandinên sêalî yên Ebû Zebîyê yên derbarê Ukraynayê de ji bo 4 û 5ê vê mehê hatiye bipaşxistin, da ku hevahengî were temamkirin û rojevên kar werin nirxandin.
Peskov tekez kir ku Moskow ji bo danûstandinên çareserkirina qeyrana Ukraynayê amade ye, û bal kişand ser berdewamîya kar di nav komên heyî de, ligel egera lidarxistina civînekê di navbera Putîn û Zelenskî de li Moskowê.
Kremilînê ragihand ku li ser daxwaza Trump, êrîşên li ser Kîyevê ji bo du rojan hatine rawestandin, da ku mercên danûstandinên çareserîyê werin amadekirin.
Êrîşên dualî di navbera Rûsya û Ukraynayê de ji sala 2022an ve berdewam dikin, di nav hêvîyên cîhanî û geşbînîyeke bi hişyarî de li ser encamên danûstandinên vê hefteyê yên ji bo bidawîkirina şer.