Bexda – SANA
Serokê Îraqê Nizar Amîdî, îro şemîyê, êrîşên ku bajarên Hewlêr û Silêmanîyê armanc kiribûn, şermezar kir, û tekez kir ku welatê wî qebûl nake bibe qada pevçûnan an jî meydana hesabdayîna rageşîyên herêmî.
Ajansa “INA” ya Îraqê ji Amîdî veguhast ku wî di daxuyanîyekê de li ser platforma “X” gotiye: “Armanckirina axa Îraqê di bin çi behaneyê de be, ji bo serwerîya Îraqê, binpêkirineke neqebûlkirî ye, û ewlehîya welatîyan û aramîya welêt dike xetereyê”.
Amîdî her wiha got: “Îraq piştgirîyê dide têkilîyên ku li ser bingeha rêzgirtina hevbeş û cîrantîya baş têne avakirin, ew jî ji bo parastina serwerîya welatan û dûrxistina gelên herêmê ji alozî û bêaramîya zêdetir”.