Waşington – SANA
Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Sêşemê ragihand ku Bill Bolte wekî kargerê karûbarên Rêveberê Îstixbarata Niştimanî ya Amerîkayê “ODNI” destnîşan kiriye, li şûna Tulsi Gabbard a ku di Gulana borî de dev ji kar berda.
Tora nûçeyan a Amerîkî “CBS News”ê ji zarê Trump di parvekirinekê de li ser platforma wî “Truth Social” ragihand ku wî: “Bolte, yê ku niha pileya Rêveberê Ajansa Federal a Fînansekirina Xanîyan (FHFA) û Serokê Desteya Rêveberîyê ya her du şirketên ‘Fannie Mae’ û ‘Freddie Mac’ bi rê ve dibe, hatiye erkdarkirin ku erkên Rêveberê Îstixbarata Niştimanî bi wekalet wergire.”
Trump her wiha got: “Bolte xwedî serpêhatîyeke berfireh e di birêvebirina dozên herî hestyar de ji bo Dewletên Yekbûyî, tevî misogerkirina ewlehî û aramîya bazaran,” û destnîşan kir ku “Bolte dê di heman demê de ligel pileya xwe ya nû, erkên xwe yên niha jî bidomîne.”
Bolte dê heta bîst û şeşê Kanûna Paşîn a bê, di vê pileyê de bimîne.