Bogota-SANA
Li gorî daneyên destpêkê yên ji hêla Desteya Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (US Geological Survey) hatine ragihandin, îro Duşemê eardhejek bi hêza 7.4 pile li Kolombîyayê xist.
Zanyarîyên destpêkê dan xuyakirin ku eardhej li herêma bakurê rojhilatê Kolombîyayê çêbûye û niştecihên navçeyên berfireh li welat pê hest bûne. Heta niha di derbarê mezinahîya zirarên madî yan mirovahî de ti agahî nehatine ragihandin.
Berî niha jî, di 24ê Pûşpera borî de du eardhejên bi hêza 7.2 û 7.5 pile li ser pîvera Richterê li welatê Venêzuêlayê yê sînordarê Kolombîyayê xistibûn, ku navbera wan kêmtirî deqeyekê bû, û bûn sedema wêranîyke mezin û bi hezaran qurbanî li pey xwe hiştin.