Stokholm-SANA
Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson îro Pênşemê, piştî ragihandina encamên dawî yên jimartina dengan, û têkçûna wî di hilbijartinên parlamentoyê yên dawî yên li welat, li hember Magdalena Andersson a Sosyaldemokrat pêk hatin, destberdana xwe ji posta xwe wek Serokwezîr ragihand.
Kristersson bi rêya peyamekê ku li ser hesabê xwe yê li ser platforma Xê belav kiriye got: “Êdî divê serokê parlamentoyê gavên pêwîst ji bo avakirina hikûmeteke nû bavêje, û ji bo garantîkirina destpêkirina vê xebatê bêyî ku derengî çêbibe, ez bi vê peyamê dixwazim dawîyê li erkên xwe yên wek serokwezîr bînim.”
Desteya hilbijartinan, piştî bidawîbûna proseya jimartina dengan, ragihandibû ku partîyên opozîsyonê yên ser bi çepên-navîn ve, 176 kursî di hilbijartinên parlamentoyê yên roja Yekşemê de bi dest xistin, di demekê ku bloka rastgir a desthilatdar bi rêberîya Kristersson 173 kursî bi dest xistine.
Ev hilbijartin li Swêdê yekem hilbijartin in piştî tevlîbûna wê li nav Hevpeymanîya Bakurê Atlentîka “NATO”yê, berîya du sal û nîvan, Wek pêngavekê, dawî li sîyaseta bêalîbûna leşkerî ya dehsalan anî.