Waşington-SANA
Serokê Amerîkayê Donald Trump tekez kir ku Tengava Hurmuzê niha vekirî ye û welatê wî dê dorpêça xwe ya deryayî ji ser Îranê rake. Ev yek piştî ragihandina Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf derbarê lihevkirina di navbera Waşington û Tehranê de li ser agirbestê tê.
Ajansa France-Presse ji zarê Trump li ser platforma wî “Truth Social” veguhast û got: “Peymana aştîyê ya di navbera Dewletên Yekbûyî û Îranê de niha temam bû, pîroz be li her kesî!”. Ev yek piştî demeke kurt a ragihandina Pakistanê ku her du alî gihîştine lihevkirinê pêk hat.
Trump lê zêde kir û got: “Ez bi temamî destûra vekirina Tengava Hurmuzê bêyî xercên derbasbûnê didim, û di heman demê de destûra rakirina bilez a dorpêça deryayî ya ku Dewletên Yekbûyî li ser Îranê ferz kiriye didim. Divê keştîyên cîhanê dest bi tevgerê bikin, bila petrol biherike”.