Rîyad-SANA
Mîrnişînîya Erebistana Siûdî di warê pêşkêşkirina alîkarîyên mirovî û hewarçûnê de ji bo sala 2025an, li gorî daneyên platforma şopandina darayî ya Neteweyên Yekbûyî (FTS), di asta cîhanî de pileya duyem û di asta Erebî de pileya yekem bi dest xist.
Ajansa “WAS”ê ragihand ku Erebistana Siûdî bi rêjeya %49.3 ji tevahîya alîkarîyan, di serê lîsteya piştgirên Yemenê de cih girt, her wiha di nav welatên bexşer ên alîkarîyên ji bo Sûrîyê jî di asta cîhanî de ket rêza duyem.
Raportê zelal kir ku mîrinşînî di warê alîkarîyên geşepêdanê de di nav welatên ku ne endamên komîteya (DAC)ê ne de di rêza duyem de ye, û di nav lîsteyeke berfireh de ku 48 welatên bexşer li xwe digire, di asta cîhanî de di rêza dehem de cih girtiye.
Dr. Ebdullah El-Rebîe, Seriştyarê Navenda Şah Selman a Hewarçûnê, tekez kir ku ev destkeftî pabendîya mirovî ya cîhanî ya Mîrnişînîyê nîşan dide. Wî her wiha amaje bi rola “Platforma Alîkarîyên Siûdî” kir di belgekirina van hewlan bi awayekî sazûmanî û xurtkirina hebûna Mîrnişînîyê di asta navneteweyî de.
Navenda Şah Selman a Hewarçûnê (sala 2015an hat damezrandin) baskê hewarçûnê yê Erebistana Siûdî ye; navendê bi hevkarîya rêxistinên navneteweyî bi hezaran proje di zêdetirî 100 welatî de bi cih anîne, ku sektorên ewlehîya xwarinê, tenduristî, stargeh û geşepêdana domdar li xwe girtine.