Roma-SANA
Îro Papayê Vatîkanê Leoyê Çardehem bang kir ku 315 dîlgirtîyên ku ji dibistaneke Katolîk li Nîjeryayê hatine revandin, demildest bên berdan. Papa xemgînîya xwe ya kûr ji bo vê bûyerê anî ziman, ku tê de çekdaran Îna borî li naverasta welêt êrîşî du dibistanan kiribûn û xwendekar û mamoste kiribûn armanc.
Papa di daxuyanîyekê de ku Ajansa France-Presse (AFP) belav kiriye, dîyar kir ku tiştê qewimî karesateke mirovî ye û pêwîstî bi tevgereke lezgîn heye, her wiha daxwaz kir ku hemû dîlgirtî bê merc bên berdan.
Di vî warî de, Serokê Nîjeryayê Bola Tinubu piştî bûyerê geştên xwe yên navneteweyî betal kirin û hêzên ewlehîyê xistin rewşa amadebaşîya herî bilind. Ev bûyer ya duyemîn e di nava hefteyekê de, piştî ku êvara Yekşema borî 25 xwendekarên keç ji dibistaneke keçan li eyaleta Kebbi hatibûn revandin.
Bûyerên revandinê yên li hember fidyeyê li Nîjeryayê bûne dîyardeyeke dubare. Ya herî berbiçav bûyera revandina zêdetirî 300 xwendekarên keç di sala 2014an de li bajarokê Chibokê yê eyaleta Borno bû, ku wê demê bûbû sedema şermezarkirineke navneteweyî ya berfireh.