Şam-SANA
Şêwirmendê Serokkomarîyê yê Karûbarên Ragihandinê Ehmed Miwefeq Zeydan, tekez kir ku sala 2025an di rêça avakirina sazîyên dewleta Sûrîyê de xaleke girîng a werçerxanê bû.
Di hevpeyvînekê de ligel kanala “El-Îxbarîye” ya Sûrîyê, Zeydan dîyar kir ku ev sal li Sûrîyê “sala sazûmanîyê” bû, û bi saya ked û hewldanên Serok Ehmed El-Şeri’, endamên hikûmetê û dezgehên pêwendîdar li ser astên xwecihî, Erebî û navdewletî destkeftên pir mezin hatin bidestxistin.
Navborî da zanîn ku destkefta herî girîng hilanîna cezayên ji ser Sûrîyê yên ji sala 1979an ve bû û destnîşan jî kir ku Sûrîye ketiye qonaxa jinûveavakirina dewleta ku rêzê li hemû welatîyên xwe digire.
Li dawîyê jî, Şêwirmendê Serokkomarîyê geşbînîya xwe bi paşeroja Sûrîyê anî ziman û tekez kir ku eger hemû kes û alî ne hevkar bin, avakirina dewletê ne pêkan e.