Şam-SANA
Rêveberê Banka Navendî ya Sûrîyê Ebdulqadir El-Huserîye tekezî li ser pêwîstîya hevkarîya çalakîyên aborî di pêkanîna proseya guhertina pereyan û hûrbînîya darayî di kirîn û firotinê de kir.
El-Huserîye îro li ser hesabê xwe yê Facebookê eşkere kir ku biryarên qanûna hejmar 23 ya sala 2002an, ku li gorî biryarnameya 293 ya sala 2025an hatiye sererastkirin, dîyar dikin ku yekîneya pîvanê ya diravê Sûrîyê “lîreya nû” ye.
Navborî zelal kir ku kategorîya 1000, 2000 û 5000 lîreyên kevn dê di dema dîyarkirî de werin vekişandin, lê kategorîyên din dê heta demeke din di nav bazarê de bimînin.
Banka Navendî ya Sûrîyê duh rênimayên cîbicîkirinê yên biryarnameya hejmar (293) ya sala 2025an derbarê guhertina diravê niştimanî derxistibû û dabû zanîn ku proseya guhertinê dê ji sibeha roja Pêncşemê 01.01.2026an ve dest pê bike.