Şam-Sana
Wezîrê Rewşên Awarteû Rêvebirina Karesatan, Raid El-Salih, eşkere kir ku BrevanîyaSivîl a Sûrîyê di sala 2025an de destwerdan di zêdetirî 135 hezar rewşên awarte de kiriye, bi rêya vemirandina agir, pêşkêşkirina alîkarîya bijîşkî, lêgerîn û rizgarkirin û rakirina bermahîyên şer.
El-Salih dîyar kir ku tîmên wan destwerdan di zêdetirî 11 hezar bûyerên şewatê de kirine, 3 hezar şewatên malan û 2500 şewatên daristan û zevîyên çandinîyê di nav wan de hebûn, di encamê de du endamên wan di dema vemirandinê de şehîd ketine.
Di warê lêgerîn û rizgarkirinê de, tîman 350 kes rizgar kirine û bersiva zêdetirî 270 bangawazîyan dane. Her wiha, zêdetirî 100 hezar hawarçûnên bijîşkî pêk anîne û 270 teqemenîyên neteqîyayî rakirine, ku di van karan de 4 xwebexşên wan şehîd ketine.