Pekîn-SANA
Wezareta Bazirganîyê ya Çînê, ragihand ku wê tedbîrên xwe yên li dijî pênc şîrketên bi ser Hanwha Ocean ve ya bi Amerîkayê ve girêdayî ji bo dema salekê rawestandin.
Ev biryar piştî wê yekê bû ku Wașingtonê jî bicîanîna madeya 301 ji tedbîrên xwe yên lêpirsînê yên derbarê sektorên deryayê, lojîstîk û çêkirina keştîyan ên Çînê, sekinandin.
Ev gav piştî rêkeftineke di navbera Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Çînê Xi Jinping de li ser mijarên aborî û bazirganîyê, di dema civîna wan a li Koreya Başûr di dawîya meha borî de li kêleka foruma APECê, pêk hatibû.