London – SANA
Lîkolînekê ji Zanîngeha “Royal Holloway” dîyar kir ku çalakîyên mirovî yên dibin sedema guherîna keşûhewayê, dibe ku heta dawîya sedsalê havîna Ewropayê 42 rojan dirêjtir bikin; ev yek jî ji ber kêmkirina cudahîya germê ya di navbera Cemsera Bakur û xeta kemberê de ye.
Kêmkirina pileya germê dibe sedema hêdîkirina bayên Atlantîkê, ku ev dibe sedem ku pêlên germê û şêwazên hewaya havînê ji bo demên dirêjtir li ser parzemîna Ewropayê bimînin.
Dr. Laura Boyal, yek ji lêkolînerên vê xebatê, eşkere kir ku ev dîyarde di dîroka keşûhewaya erdê de ne nû ye, lê niha bi leza guherînê, tundîya wê û girêdana wê ya rasterast bi çalakîya mirovî re, bi taybetî derketina gazên ku dibin sedema germbûna gerdûnî, tê naskirin.
Her kêmkirineke sedî di pileya germê de havîna Ewropayê 6 rojan dirêj dike, ev tê wê wateyê ku li gorî senaryoyên niha heta sala 2100an bi giştî 42 rojan zêde dibe.
Dr. Celia Martin-Puertas tekez kir ku têgihiştina guherînên germî yên dîrokî ji bo pêşbînîkirina paşerojê pêwîst e, û bal kişand ser peywendîya xurt a di navbera keşûhewaya Ewropa û guherînên keşûhewayê yên cîhanî de ji bo rûbirûbûna pirsgirêkên bilez.
Germbûna gerdûnî ya ku ji encama çalakîyên mirovî (wek şewitandina sotemenîyê) çêdibe, germê di nav xwe de digire, ku ev yek germbûna erdê bilez dike û dibe sedema karesatên wekî hişkesalî, lehî û bilindbûna asta deryayê.