Paytextên Cîhanê-SANA
Bi nêzîkbûna vegera zarokan bo dibistan û dayengehên zarokan re, derfetên veguhastina vîrus û mîkroban ji ber tevlîbûna rojane û bikaranîna kelûpel û rûberên hevpar, zêde dibin, ku ev yek dibe sedema fikara dêûbavan ji dubare ketina zarokên wan bi serma, koxik û bilindbûna taya laş.
Nexweşîyên dubare, ne ferz e nîşana hebûna lawazîyekê di sîstema bergirîyê de bin; ji ber ku zarok di salên xwe yên destpêkê de rûbirûyî hokarên nû yên nexweşîyê dibe, lê sîstema wî ya bergirîyê berdewam e li ser bidestxistina şîyana naskirin û li dijderketina wan.
Vegirtina Dubare.. Kengî Asayî ye?
Malpera “Healthy Children”ê ya ser bi Akademîya Amerîkî ya Bijîşkîya Zarokan ve, dîyar dike ku piranîya zarokan dibe ku di navbera heşt heta deh caran de di du salên pêşîn ên jîyana xwe de bi sermayê (șobê) bikevin, û dibe ku ev hejmar li cem wan zarokên ku diçin dayengehan an bi zarokên temenê dibistanê re tev digerin, bilindtir bibe.
Vîrusên șobê bi hêsanî bi rêya peșkên koxik û bêhnijînê, yan bi destdana dest, pêlîstok û rûberên qirêjbûyî belav dibin, di heman demê de jî pêketinên sivik ên dubare nabin nîşaneke otomatîk a lawazbûna bergirîyê eger zarok bi awayekî asayî mezin bibe û çalakkîya xwe di navbera qonaxên nexweşîyê de ji nû ve bi dest bixe.
Nîşanên ku Pêdivî bi Nirxandina Bijîşkî Heye
Malpera bijîşkî ya Amerîkî “Mayo Clinic”ê amaje bi wê yekê dike ku fikar zêdetir bi siruşta vegirtinê, giranî û berdewamîya wê ve girêdayî ye ne bi hejmara carên rûdana wê. Hindek nîşanên ku şêwirmendîya bijîşk pêwîst dikin; dubare kulbûna pişikan, yan kulbûna sînusan (cîyûb), guh û çerm, yan jî tûşbûna bi vegirtineke giran û neasayî ye.
Pêngavên Rojane yên ji bo Xweparastinê
Navendên Amerîkî yên Kontrolkirin û Pêşîlêgirtina li Nexweşîyan (CDC) pêşnîyar dike ku zarok fêrî wê yekê bibin ku baş destên xwe bişon, girtina dev û difnê di dema koxik û pişikînê de, baştirkirina hewaya polan, paqijkirina rûberên hevpar û pabendîya bi derzîyên parastinê yên pêşnîyarkirî, ligel mana zarok li malê di dema nexweşîyê de.
Xwarina Hevseng Bergirîya Zarokan Xurt Dike
Nirxandineke zanistî ya ku ji alîyê lêkolînerine ji Zanîngeha Johns Hopkins ve hatiye amadekirin, dîyar dike ku kêmbûna hêmanên xurekî yên mîna vîtamînên “A” û “D”, hesin, zînko û selenyûmê, dibe ku bandoreke neyînî li bersivdana bergirîya laş bike, bi taybetî li cem zarokan.
Ji bo alîkarîya bihêzkirina bergirîya zarok, vekolînê şîreta pêşkêşkirina xwarineke hevseng kir ku sebze, fêkî, dexlên tam û çavkanîyên proteînê li xwe digire, ligel têrxewîyê, çalakkîya bedenî û pabendîya bi derzîyên parastinê, tevî dûrketina ji dayîna temamkerên xurekî bêyî şêwirmendîya bijîşk.