Kînşasa-SANA
Piştî tomarkirina 71 rewşên nû yên piştrastkirî di nava çend demjimêrên borî de, Kongoyê hişyarî da ku vîrusa Ebolayê bi lez belav dibe.
Ajansa Reutersê ji zarê Wezareta Tenduristîyê ya Kongoyê veguhast ku duh Înê, hejmara giştî ya pêketîyên piştrastkirî gihîştiye 452 kesan, ji dema ku belavbûna cureyê kêmpeyda yê bi navê “Bundibugyo” hatibû ragihandin. Her wiha hejmara mirîyên piştrastkirî gihîşt 82 kesan.
Ji nava pêketîyên nû, 65 rewş li herêma Îtûrî û 6 rewş li parêzgeha Bakurê Kîvû hatine tomarkirin, ku ev yek bilindtirîn rêjeya rojane ya pêketîyan e ji destpêka pêla niha ya belavbûna vîrusê ve.