Berlîn-SANA
Lêkolîneke nû ya Almanî hişyarî da ku reqbûna xwînberan di qonaxa destpêkê ya ciwanîyê de dest pê dike, ku ev yek pêşxistina stratejîyên xweparastinê yên ku xwe dispêrin wênegirtina bijîşkî li şûna nîşaneyên kevneşopî pêwîst dike.
Malpera zanistî ya Almanî “Wissenschaft”ê, duh Sêşemê encamên lêkolîna ku ji alîyê lêkolînerên li nexweşxaneya Zanîngeha Kopenhagê ve bi serpereştîya Dr. “Henning Bundgaard” hatibû encamdan, weşand.
Lêkolîneran dîyar kir ku nirxandina metirsîya tûşbûna bi nexweşîyên dil niha pişta xwe bi faktorên wekî temen, zayend, cixarekêşan, guşar (tansiyon) û kolesterolê ve girêdide, bêyî ku rewşa rasteqîn a xwînberan li ber çavan were girtin. Ev yek jî dibe ku bibe sedema jidestçûna derfetên girîng ên xweparastinê ji bo wan kesên ku xwînberên wan salên dirêj bêyî ku pê bihesin dest bi reqbûnê kirine.
Tîma lêkolînê da xuyakirin ku wan pişkinîn ji bo kesên ku temenê wan di navbera 18 û 70 salî de ne bi rêya wênegirtina bi pêlên serdengî “Echo” û wênegirtina beşkî ya komputerî (CT) pêk anîne, derketiye holê ku zêdetirî nîvê wan bi reqbûna bêdeng a xwînberan “bêyî nîşaneyan” ketine, ligel bilindbûna vê rêjeyê bi pêşveçûna temen re.
Dr. Bundgaard got: “Destnîşankirina zû ya reqbûna bêdeng a xwînberan û dermankirina wê beşdarî kêmkirina nexweşîyên dil dibe, û wênegirtina bi pêlên serdengî ya guhêzbar amrazeke îdeal e ji bo pişkinîna zû.”