Şam-SANA
Wezareta Tenduristîyê ya Sûrîyê bang kir ku pêwîst e welatî bi rêkarên parastinê yên giştî ve girêdayî bin ji bo kêmkirina bandora hesasîya (alerjîya) biharê. Wezaretê tekezî li ser girîngîya şopandina tevgerên rojane li hundir û derveyî malê kir, bi awayekî ku di kêmkirina rûbirûbûna madeyên alerjîk û baştirkirina kalîteya jîyana kesên pêketî de bibe alîkar.
Pispora nexweşîyên sîngê Basima El-Heşîş, di daxuyanîyekê de ku wezaretê îro Sêşemê li ser kanala xwe ya Telegramê weşand, eşkere kir ku rûbirûbûna alerjîya biharê bi giranî li ser parastinê ava dibe. Her wiha amaje bi wê yekê kir ku destwerdana zû û pabendbûna bi rênimayan, di kêmkirina dijwarîya nîşanan û rêgirtina li tevlihevîyên nefesê de dibe alîkar.
El-Heşîş bang li welatîyan kir ku di dema dîtina zêdebûna nîşanan de, serî li navendên tenduristîyê yan bijîşkên pispor bidin. Tekez jî kir ku nabe derman û antî-konjestan (dermanên li dijî girtina poz) ji bo demên dirêj bêyî çavdêrîya bijîşkî werin bikaranîn, ji bo dûrketina ji bandorên wan ên neyînî.