Şam-SANA
Rêveberîya Hawarçûn û Rewşên Awarte ya Wezareta Tenduristîyê ragihand ku asta amadebaşîyê gihandiye asta herî bilind û planeke tekûz ji bo dabînkirina xizmetên tenduristîyê û bersivdana bilez ji bo rewşên awarte di dema çalakîyên Pêşangeha Navneteweyî ya Şamê di gera wê ya 63emîn de, ku sibe Çarşemê dest pê dike, amade kiriye.
Serokê Daîreya Fermandarî, Kontrol û Hevahengîyê li Rêveberîyê Eymen Osman di daxuyanîyekê de ji bo nûçegihana SANAyê îro Sêşemê dîyar kir ku 3 ambûlans bi amûrên bijîşkî yên herî pêşketî hatine amadekirin, ligel tîmên perwerdekirî û çenteyên hawarçûnê ji bo pêşkêşkirina lênihêrîna pêşketî berî gihîştina nexweşxaneyê heke rewşeke awarte rû bide.